Bendera Hudeyde hate radest kirin

di rêkeftina swêdê de behsa vê yekê hatibû kirin
کوردستان TV
100%

Li gor rêkeftina Swêdê ya di navbera çekdarên Hûsî yên ku rejîma Îranê piştîwaniya wan dike û hêzên hikûmeta Yemenê de, çekdarên Husî bi fermî bendera Hudeyde radestî hêzên ser bi hikûmeta Yemenê kirin.

Ev duyemîn pêngava du alî ya navbera çekdarên Husî û hêzên hikûmeta Yemenê ye ku piştî îmze kirina rêkeftinê li Swêdê, hatiye cîhbicîhkirin.

Radest kirina benderê bi çavdêriya tîmeke netewên yekgirtî pêk hatiye û rêkeftina navbera her du alî yan jî her bi çavdêriya NY bûye.

Pêngava yekem ya piratîkî a rêkeftinê, lihev veguhastina dîlan ji aliyê hikûmet û çekdaran ve bûye.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.