Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a demokratîk a bajarê Minbicê Mihemedxêr Şêxo diyar kir ku artêşa Sûriyê tenê li ser sînorê bajarê Minbicê bicih bûye, artêş neketiye hindirê bajêr de.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemedxêr Şêxo, di derbarê rewşa Minbic ê de ji ajansa me ANHA`yê re axivî.
Mihemdxêr Şêxo diyar kir ku li bajarê Minbic ê aramî heye û wiha pêde çû: “Şêniyên bajêr amedekariyên sersalê dikin. Bajar bi saya Hêzên Ewlehiya Hindirîn aram û ewleye.”
Şêxo agahî li ser rewşa siyasî ya Minbic ê da û wiha axivî: “Artêşa Sûriyê derbasî bajarê Minbic ê nebûye. Hebûna artêşa Sûriyê tenê di çend nuqteyan li ser sînorê di navbera hêzên Meclisa Minbic a Leşkerî û çeteyên dewleta Tirk a dagireker de ye. Da ku parastina bajarê Minbic ê li dijî gefên dewleta Tirk bikin."
Her wiha Şêxo got tenê hêzên Ewlehiya Hundirîn û hêzên Meclisa Minbic a Leşkerî di navendên xwe yên berê de hene.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemedxêr Şêxo di dawiyê de got hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî hemû gefên li ser bajarê parastinê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin