Îro civata ewlekariya Kurdistanê derbarê wan nûçe û tometên ku ji aliyê çepemeniya rejîma Esed ve hatine weşandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi tundî bersifa çapemeniya han da.
Civata ewlekariya Kurdistanê di daxuyaniya han de nivîsandiye: Hinek çapemeniya ser bi rejîma Sûriye di nava lîsteyeke terorê de ya ew kesên ku hevkariya opozîsyona Sûriyeyê kirine weke terorîst hatine binavkirin û di nava wan de jî Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî heye.
Cêyê henek û pêkenînê ye ku rejîmeke faşîst, dîktator û dijî gelê Kurdistanê ku bo mayîna xwe piştgîriya teror û terorîstan kir daku weke bedîleke baştir ji radîkalan xwe binasîne, behsê terorê bike.
Rejîmek ku çekê qedexe kirî dijî xelkê medenî bikar anî be û xwîna sedan hezar welatiyên Sûriyeyê rijandibe û bi miliyonan kesên din awareyê welatên din kiribe, çi îtîbareke vî heye daku bangeşeya çê kirina lîsteya terorê bike?
Tişta ku gelek zêde mirov pê dikene ewe ku hinek nefamên siyasî û gendelkarên xayîn bi nûçeya han kêfxweş dibin û ji bo vê li diholê didin.
Tişta ku bûye sedema bêzar kirina rejîma Sûriyeyê piştgîriya Mesrûr Barzanî bûye bo hêzên resen yên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, cêyê serfiraziyêye ku mirov bi hevkarî kirina xelkê zilimlêkirî were tawanbarkirin û herwiha cêyê serfiraziyê ye ku li ser asta naxweyî de jî weke endamê eniya dijî gendelkaran were hijmartin.
Dezgehên di bin serpereştiya Mesrûr Barzanî de li Kurdistanê de weke hevpeymanê rastîn ya hevpeymanan dijî terorê şer kiriye û bi berdewamî derbên dijwar li terorîstan daye, di operasiyona dawî ya taybetî de jî ku di çepemeniya cîhanê de jî deng veda, mezintirîn tîma piştgîrî kirina darayî ya DIŞIê û şoştina pereyê hate girtin ku gelek kes û alî jî di nava vê tîma han de destê wan heye.
Sedema dilgiranî û xemgîniya dax lidiliya xayîn, welatfiroş, diz û gendelên navxweyî jî li hember Mesrûr Barzanî jiber vê yekê ye ku nav hatî hertim dijî sîxorî, dagîrkerî,teror, xiyanet û gendelî şer kiriye û hertim li ser vê bingehê jî berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin