Erbil 38°C Saturday 15 Nov 12:48

Mesrûr Barzanî: Daxwaz ji aliyên siyasî dike rêz ji deng û xwestekên xelkê bigirin

daxwaz ji aliyan dike rêz ji deng û xwestekên xelkê bigirin
کوردستان TV
100%

Peyama Mesrûr Barzanî bo cejna ser sale

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta sersala nû peyamake pîrozbayî pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta hatina ser sala nû ya zayînî, pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî gelê Kurdistanê, gelên cîhanê û bi taybetî malbetên serfiraz yên şehîdan û pêşmergeyên qehreman dikim.

Di nava çend salên derbasbûyî de gelê Kurdistanê bi berxwedan û lêbûrînê qirîzên gelek mezin û dijwar derbaz kir û di vê baweriyê deme ku bi piştgîriya ev gelê mezin ber bi pêşerojeke geş û têjî ji bextewerî û destkeftên zêdetir gavan davêjin.

Gelê me xwestek û daxwazên xwe piştî hilbijartinên Kurdistanê diyar kir, lowma daxwaz dikim daku tevahiyan bi rêz girtin ji deng û xwestekên gel, di pêk anîna kabîneya nû ya hikûmetê de lezê bikin, daku bilez xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyên hêja were kirin.

Bi vê minasebeta han tekez li ser bingehên yeksanî, aştî û bihevre jiyanê li deverê de dikim û hêvî dikim ku dawî bi tevahiya ew karesat û nexweşiyan were ku ev çend sale gelê deverê rastî wan hatine.

Destê hevkarî û aştî li ser esasê dadperwerî û rêzgirtina du alî dirêj dikim û bi taybet li Îraqê, em dixwazin bi hevbeşiyeke rastîn û bi liber çav girtina destûrê, tevahiya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin û ji niha û pêde sermaye û karînên welat bo xizmet kirina xelk û pêşkeftina welat werin bikaranîn.

Di wan demên dawî de rewşa Rojavayê Kurdistanê me dilgiran kir, kêm maye gelê me yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ber bi çarenivîseke nediyar ve tê rakêşan, hêvî dikim bilez û bi wergirtina tedbîrên locîkî, bi danûstan û rêbazên çareseriya aştiyane, ev metirsiyên han ji holê werin rakirin.

Bi hêviya saleke têjî ji berhem, destkeft, asûdeyî û bextewerî bo tevahiya aliyan

Mesrûr Barzanî

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.