Piştî bûyerên 16 Cotmehê, yaku di encama îxanetê de, hêzên Îraqî û çekdarên heşda şebî Kerkûk dagîr kirin, prosesa bi ereb kirina Kerkûkê dîsa destpê kir û heta niha jî didome.
Li gor jêderan di çarçoveya vê prosesa han de yaku li dijî şêniyên Kurd yên Kerkûkê destpê kiriye heta niha herî kêm 200 berpirs û rayedarên Kurd yên vê bajarê ji ser post û karên xwe hatine dûrxistin û di şûna wan de kesên ereb anjî tirkiman hatine danîn.
Ji aliyeke din ve jî jêder behsa vê yekê dikin ku li deverên curbicur yên Kerkûkê, bi piştgîriya aliyên fermî yên hikûmetê, erebên ku ji parêzgehên din yên Îraqê bo deverê hatine anîn, bi berdewamî dest li ser mal û milkên Kurdan de digirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin