Erbil 38°C Thursday 08 May 04:40

Şanda Talibanê serdana Îranê kir

dibêje serdan bi agehdariya hikûmeta Efxanistanê bûye
کوردستان TV
100%

Îro Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand ku şandeke bilind ya tevgera Talibanê ya Efxanistanê serdana Îranê kiriye.

Li gor gotinên Behram Qasimî, ev şanda han bi hayedariya hikûmeta Efxanistanê serdana Îranê kiriye û li gel rayedarên Îranê civiyaye.

Qasimî behsa vê yekê jî kiriye ku armanc ji vê serdana han giftûgo kirin bûye li dor çawetiya aram kirina rewşa Efxanistanê û rawestandina şerê li vê ewlatî.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.