Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Raniyeyê ragihand ku şeva derbasbûyî li Raniyeyê di encama du bûyerên tirafîkê de 3 ciwan canê xwe ji dest dane û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.
Peyamnêrê Kurdistantvê eşkere kir ku yek ji wan ciwanan di encama bûyerekê de ku kontrola tirimbîla xwe ji dest daye canê xwe ji dest daye û 2 ciwanên din jî li ser rêya Raniye Silêmanî di encama qolpîna tirimbîlê canê xwe ji dest dane û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin