Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva sersalê hevpeyvînek da Fox News a Amerîkî û li ser biryara vekişîna ji Sûriyê jî daxuyanî da. Trump got ku dema ew bi temamî ji Sûriyê vekişin dê DIŞI jî bi temamî were tunekirin ku ev jî dê hinek dem bistîne.
Pêşkeşvana bernameya Fox Newsê Pete Hegseth ji Trump pirsa “çawa fikrê senator Lindsey Graham a derbarê vekişînê de guhertiye?” kir.
Trump li ser mijarê wiha axivî: “Em 4-5 sal berê ji bo 3-4 mehan çûn Sûriyê. Niha dema vegerandina mal a leşkerên me ye. Em vê gelekî baş pêk bînin. DIŞI li Sûriyê kêşeyeke mezin bû û me beşeke mezin paqij kir. Dema em temamî ji Sûriyê vekişin, dê DIŞI jî bi temamî xelas bibe. Li herêmê baregehên me hene, bi taybet jî li Iraqê. Kes behsa wan nake.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin