Erbil 38°C Thursday 08 May 04:50

Iran biryara daxistina Instigramê jî der kir

dibêje hikûmet nikare sansor bike loma me biryara daxistinê daye
کوردستان TV
100%

Serdozgerê giştî yê Îranê ragihand ku bi biryara dadgeha bilind ya Îranê vê tora Instigramê jî li Îranê were daxistin.

Cîgirê Serdozgerê giştî yê Îranê, Cewad Cavîdniya ragihand ku her çend hikûmeta Îranê bo sansor kirina Instigramê pereyên gelek zêde mesref kiriye lêbelê ti encam bidest nexistiye.

Cavîdniya diyar kir ku piştî vê yekê ku dadgeh fêm kir ku bi serif kirina pereyan hikûmet nikare sansorê li ser Instigramê deyne, dadgeh biryar da ku instigram jî weke twitter û fecbook were daxistin.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.