Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêya telefonê ser rewşa Sûriyê axifîn.
Qesra Elysee piştî axaftina her du aliyan ragihand ku Macron ji Putin re gotiye ku di têkoşîna dijî DIŞIê de divê bi taybetî berevaniya Kurdan were kirin’’
Li gor daxuyaniya Qesra Elysee, Macron ji Putin re gotiye ku li Sûriyê têkoşîna dijî DIŞI hîn bi dawî nebûye.
Serokê Amerîka Donald Trump do çarşemê dabû zanîn ku piştî vekişîna ji Sûrîyê jî ew dê li herêmê piştgirîya bo Kurdan bidomînin.
Koalîsyona bi pêşengiya Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DIŞIê de bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hevkariyê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin