Erbil 38°C Saturday 15 Nov 15:21

Navenda jîngehparêziya welat hat daxistin

duhê bi fermî hatiye daxistin
کوردستان TV
100%

Piştî ku di rojên dawî ya sala derbasbûyî de rayedarên rejîma Îranê biryar dabûn daku navenda jîngehparêziya welat yaku li bajarê Bûkanê ya li Rojhilatê Kurdistanê kar dikir, were daxistin, duhê roja çarşemê, hêzên ser bi şaredariya bajarê Bûkanê bi fermana hêzên leşkerî yên Îranê, biryara daxistinê cîhbicîh kiriye.

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê hêzên şaredarî, çûne ser navenda baregehê û tiştên nava navendê li gel xwe birine û navend jî bi yekcarî daxistine.

Navenda jîngeh parêziya Bûkanê yek ji wan navendên jîngehparêzên Rojhilatê Kurdistanê bû ku bi kar û çalakiyên xwe yên bo jîngehparizêyê dihate nasîn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.