Li gor jêderên taybetî ji bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, duhê çarşem, hêzên îtlaata Îranê, Parêzerê Kurd Ferhad Mihemedî, bo îdareya îtlaata Sineyê vexwendine lê pişt re ev parêzer ji aliyê hêzên Îtlaatê ve hatiye binçavkirin.
Jêderên han diyar kirin ku heta niha sedema binçav kirina parêzerê Kurd nehatiye zelalkirin lêbelê hatiye gotin ku nav hatî di dema gehêştina xwe bo îdareya îtlaatê, çend pirs jê re hatine kirin û pişt re jî ev binçav kirine û bo girtîgeha taybetî ya îtlaatê hatiye veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin