Erbil 38°C Saturday 15 Nov 15:23

Pêşmergeyekî Komara Mehabadê wefat kir

temena wî 105 sal bû
کوردستان TV
100%

Pêşmergeyê Komara Mehabadê Kakşar Silêman yê ku di her du şoreşên Îlon û Gulanê de jî beşdar bûye, di temena 105 salî de wefat kir.

Kakşar Silêman di sala 1914dan de li Mêrgesorê ji dayik bûye.

Di dema damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê de jî li gel birayên xwe beşdar bûye û di şerê heman demê de du birayên wî şehîd bûne.

Silêman duhê pêncşem wefat kiriye û îro înê yekem roja şîna wî ye li Mêrgesorê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.