Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, şeva derbasbûyî li deverên sînorî yên di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, kolberekî Kurd jiber serma û zeqemê canê xwe ji dest daye.
Jêderên han diyar kirin ku kolberê han navê xwe Yûsif Mihemediye û şêniyê bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û li çiyayên nêzî Pîranşarê jiber serma û zeqemê di nava berfê de canê xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin