QSD`ê li Dêrazorê 5 çeteyên biyanî girtin

nasnameya wan jî hatiye belavkirin
کوردستان TV
100%

QSD`ê li Dêrazorê di encama şopandina tevgera çeteyan de, 5 çeteyên DIŞIê yên biyanî ku xwe amade dikirin êrîşî karwanên sivîlan bikin, girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 5 çeteyên biyanî yên di nava çeteyên DIŞIê de girtin.

Li gor nûçeya anhayê navendê destnîşan kir ku dema hêzên wan tevgera çeteyan dişopand, 5 çeteyên biyanî yên ku xwe amede dikirin êrîşî karwanên sivîlên koçber bikin, girtin.

Daxuyaniya navendê wiha ye:  Di qonaxa xwe ya dawîn de hemleya Bagera Cizîrê li dijî herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DIŞIê de didome. Hêzên me herêmên berfireh ji rêxistina terorîst rizgar kirin. Şervanên me baregehên wan dopêç kirin û roj bi roj derbeyên giran li wan didin. Rêxistina terorîst bi hemû şêwaz û rêyan hewl dide li pêşiya pêşveçûnên şervanên me bibe asteng û êrîşî şervanan bike.

Di rojên dawîn de komên mezin ji koçberên Dêrazorê hewl dida ji herêmên di bin dagirkeriya rêxistina terorîst de derkevin. Di encama çalakiyên şopandina tevgera terorîstan de hate diyarkirin ku endamên rêxistina terorîst dê êrîşî karwanên koçberan bikin.

Hêzên me di 30`ê Kanûna 2018`an de 5 çeteyên biyanî yên çeteyên DIŞIê ku ji Amerîka, Îrlanda û Pakistanê ne, girtin. Çeteyên ku hatine girtin, ev in;

1- Warin Kiristofer Cilark ku bi navê Ebû Mihemed El-Amerîkî tê naskirin. Ji wîlayeta Houston a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye.

2- Eleksender Rozmatovitish ji bajarê Dublin ê Îrlandayê ye.

3- Zeyd Abdullhemîd ku bi navê Ebû Zeyd El-Amerîkî tê naskirin, ji DYA’yê ye.

4- Fadil El-Rehman Cad ku bi navê Ebû Enaam El-Mûhacir tê naskirin. Ji bajarê Lahûr ê Pakistanê ye.

5- Abdullezîm Ratşût ku bi navê Ebû Emer El-Pakistanî tê naskirin. Ji bajarê Siyalkot ê Pakistanê ye.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.