John Bolton: Vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê mercdar e

dibêje heta Kurd parastî nebin em venakêşin
کوردستان TV
100%

Rawêjkarê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîka John Bolton îro yekşemê got vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê mercdare bi têkbirina bermayên DIŞIê  û piştrastkirina ku wê Tirkiyê êrîşî Kurdên Sûriyê neke.

Bolton, ku bo serdanekê li Îsraîlê ye, got tu dem nehatiye destnîşankirin ji bo vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê.

Li gor nûçeyeke voayê Bolton ê ku roja Duşemê serdana Tirkiyê dike, got Amerîka rijd e ku divê hevalbendên wê yên Kurd ji êrîşa pilankirî ya Tirkiyê parastî bin.

Bolton got:  Em bawer nakin ku wê Tirkiyê kiryareke leşkerî bike bê hevrêzî û erêkirina Amerîka.”

Bolton got Amerîka ji hevalbendên xwe yên Kurd dixwaze ku xwe ragirin û daxwaza parastinê ji Rûsya an hikûmeta serokê Sûriuyê Beşar Esed nekin.

Wî got:  Ez bawrim ew (Kurd) dizanin dostên wan kîne .”

Bolton her wiha got şandiyê taybet ê Amerîka ji bo şerê dijî DIŞIê  Jim Jeffrey, wê vê hefteyê serdana Sûriyê bike da Kurdan piştrast bike ku Amerîka dest ji wan bernedaye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.