Li gor daxuyaniya birêveberatiya berevaniya medenî ya Hewlêrê, sala 2018an bi giştî 734 bûyerên agir pêketinê jiber kontakta elektirîkê qewmîne.
Birêveberatiya berevaniya medenî ya Hewlêrê herwiha eşkere kiriye ku di heman salê de 110 bûyerên din yên agir pêketinê jiber teqîna kepsûlên gazê, 254 bûyerên din jiber kemterxemiyê û 73 bûyerên din yên agir pêketinê jiber havêtina cigereyan qewmîne.
Di encama tevahiya wan bûyeran de bi giştî 46 welatî canê xwe ji dest dane, 143 welatiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin