Erbil 38°C Saturday 15 Nov 15:20

Serokwezîrê Kurdistanê li gel Konsulusê Amerîkayê civiya

behsa rewşa Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin kir.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê, bihêztir kirina têkiliyên han, pêşde birina rewşa abûriya Kurdistanê û rewşa awareyên li kurdistanê hate kirin.

Her di heman civînê de Steven Fagin  jiber hevkarî kirina awareyan spasiya Kurdistanê kir û tekez li ser domandina hevkariya navbera Hewlêr, Bexda û civaka cîhanî jî kir.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û hewldanên heyî yên bo ava kirina kanbîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê jî hate kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.