Cîhadiyên Tehrîr Şam pêşve diçin

derbên giran li komên din yên cîhadî dide
کوردستان TV
100%

Piştî ku hefteya derbasbûyî agirbesta navbera cîhadiyên Tehrîr Şam û komên din yên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve têk çû, şerê di navbera wan komên cîhadî de destpê kir.

Li gor jêderên nûçeyan ji herêma Îdlibê, şer hîn jî didome, û cîhadiyên Îdlibê karîne derbên gelek dijwar li komên din yên cîhadî dane û niha ber bi gundewarên rojavayê Helebê ve pêşrewiyê dikin.

Herwiha hate zanîn ku Tehrîr Şam ku Nusreya berê ye, gelek herêm û dever ji destê komên din yên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê weke koma El Zinkî stendiye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.