Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê rayedarekî parêzgeha Kurdistanê ya li Rojhilatê Kurdistanê(sine) derheqê wan çalakvanên parastina jîngehê de yên ku hatine girtin, gotiye ew terorîstin.
Jêderên nûçeyan diyar kirin ku Cîgirê karûbarên siyasî, ewlekarî û leşkerî yê parêzgeha Sineyê Husên Xweşiqbal derheqê wan çalaikvanên Kurd yên ku bo parastina jîngehê kar kirine û hatine girtin, gotiye, ew terorîstin û karên wan jî karên terorîstîne.
Xweşiqbal herwiha diyar kiriye ku ev kesên hatin girtin li dijî rejîma Îranê kar kirine lewre li gor zagonên rejîma Îranê terorîstin û weke terorîst li hember wan nizîkatî têkirin.
Hêjayê gotinê ye ku di nava 10 rojan de herî kêm 8 çalakvanên jîngehparêziyê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin