Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, Rakan Cebûrî daxwaz ji hikûmeta Bexdayê kiriye daku hêzeke zêde ya leşkerî bişîne Kerkûkê.
Cebûrî herwiha eşkere kiriye ku ev demeke rewşa bajarê Kerkûkê ne arame û daxwaz ji şêniyên Kerkûkê kiriye daku aramiya bajêr û bihevre jiyana pêkhateyan li Kerkûkê biparêzin.
Cebûrî piştî ku duhê bişev hin endamên YNK alayên Kurdistanê li ser baregehên YNKê bilind kiribûn, bilez hêza dije terorê şandiye ser wan û alaya Kurdistanê anîbûn xwarê û pişt re daxwaz ji Bexdayê kiriye bilez hêz bişîne Kerkûkê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin