Di çarçoveya pila bihêz ya barîna baran û berfê yaku ji duhê bişev ve li Kurdistanê dest pê kiriye, berfeke gelek zêde li hin dever bi taybetî deverên çiyayî yên Kurdistanê de bariye.
Îro jî berf li Silêmanî, Dihuk û cêyên nêz yên Hewlêrê barî û hatûçûya navbera çend deverên deştê jî jiber berfê zehmet bû.
Herwiha jiber barîna berfeke gelek zêde, rêya navbera Hac Omeran û Çomanê hatiye daxistin û birêveberatiya hatûçûya devera Soranê jî dibêje jiber zêdebûna berfê û herwiha dom kirina barîna berfê, hîn rê nehatiye vekirin û heta rê neyê vekirin bila kes hatûçû li vê deverê de neke.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin