Erbil 38°C Saturday 15 Nov 18:11

Serok Barzanî û Pempeo behsa rewşa deverê kirin

serok Barzanî spasiya Amerîkayê kir
کوردستان TV
100%

Îro Serok Barzanî li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo civiya û di civînê de her du alî behsa çend mijarên girîng yên rojeva siyasî ya Rojhilata Navîn kirin.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Bexda û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê tê deamade bûn, giftûgo di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û herwiha peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê û şerê dijî terorê kirin.

Her dû alî li ser ewe hevrêbûn ku li Iraqê da ji bo çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Herêm û Bexda derfetekî nû li holê da heye. Wezîrê Derveyê Amerîka tekez li wê yekê kir ku welatê wan hevbeşê Herêm û Bexda dimîne.

Wezîrê Derveyê Amerîka pêzanînên xwe ji bo karê hevbeş ya Amerîka û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû ku bûye sedema bi desthatina serketinê û tekez jî li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê xwe kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Amerîka kir ku li şerê dijî terorîstan de piştevanê hêzên Pêşmerge bûye û balkişand li ser wê yekê ku bi sedema hemahengiya di navbera artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge serkeftineke gelek mezin li şerê dijî terorê de bi dest ve hatiye. Her wiha hatina Wezîrê Derveyê Amerîka ya Kurdistanê bi serdanekî girîng û cihê teqdîrê wesif kir. Di derbarê peywendiyên di navbera Herêm û Bexda Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser keş û hewaya siyasiya nû ya li Iraqê wê yekê dûpatkir ku Herêma Kurdistanê herdem li wê baweriyê de bûye ku giriftên li gel Bexda li rêya diyalogê û bi awayeke aştiyane de çareser bike. Hêviya ewe jî xwest ku kêşeyên di navbera Herêm û Bexda êdî bi helawestî nemînin.

Rewşa Sûriye mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Wezîrê Derveyê Amerîka stratejiya welatê xwe ya li Sûriye û biryara vekişan û kêmkirina hêzên Amerîka li Sûriye ya Serok Barzanî şîrove kir. Di derbarê rewşa Sûriyê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe ya di derbarê çarenûsa gelê Kurd li Sûriye ragihand û daxwaz kir ku guhertin û pêşhatên nû nebin sedema wê yekê ku gelê Kurd li Sûriyê zêdetir tûşî êş û azar û ziyanê bibin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.