Erbil 38°C Saturday 15 Nov 18:05

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanyayê kir

behsa rewşa deverê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Şîwirmendê Leşkeriyê Brîtaniya ji bi Rojhilala Navîn û nûnerê Serokwezîra Brîtnaniyayê General Sir John Lorimer kir, ku bi hevrêtiya Balyazê vî welatî li Bexdayê û Konsulê vî welatî li Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di hevdîtinê de behsa karê hevbeş li warê asayiş navbera Bexda, Hewlêr û hevpeymanan û pirosesa rêkixstina Wezareta pêşmerge kirin.

Şanedeya mêvan piştîvaniya xwe û hevpeymanan ji bo  berdewam bûn li ser rêkxistin û modern kirina Wezareta Pêşmerge nîşanda.

Her du aliyan  pêdagirî li ser hemahemgiya navbeara Hewlêr, Bexda û hevpeymanan ji bo dabîn kirina aramî û asayişê ji bo wan deveran kiirn ku ji terrorê hatin paqij kirin.

Herwiha piştîvaniya xwe jî ji bo hemahengiya navbera her sê aliyan nîşandan ku encameka baş hebûye.

Serokwezîr berhevbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji  bi her awayî hemahengî û alîkarî yên serbazî tevî Bexda û hevpaymanan ji bo pêşî girtin bi dubara serhildana DIŞIê nîşanda.

Li dawiyê jê behsa rewşa deverê û dawîn pêşhatên rojhelata navîn kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.