Erbil 38°C Saturday 15 Nov 18:03

Wezîrê derve yê Amerîkayê pîrozbayî li Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî kir

wezareta derve derbarê serdana Pempeo ya bo Kurdistanê de daxuyaniyek weşand
کوردستان TV
100%

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek derbarê serdana wezîrê derve yê Amerîkayê ya bo Hewlêrê û hevdîtinên vî yên li gel Serok Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê û Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê de, daxuyaniyek weşandiye.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku Mike Pempeo di civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, jiber berbijêr kirina wî bo postê Serokatiya Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî vî kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku Pempeo pîrozbayî jî li Mesrûr Barzanî kiriye ku bo postê Serokwezîriyê hatiye berbijêrkirin û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye nivîsandin ku, di wan civînan de, Pempeo piştgîriya bihêz ya Amerîkayê bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşkeftina berdewam ya di warê ewlekarî û abûrî de diyar kiriye.

Pempeo herwiha tekezî li ser girîngiya hevbeşiya steratejîk li gel Îraqê û dostatiya demdirêj li gel Kurdistanê kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku Mike Pempeo duhê êwarê serdana Kurdistanê kiribû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.