Polîsên petrolê li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê biser xeteke diziya petrolê de girt.
Berdevkê bere yê Qeymeqamiya Xurmatû Mihemed Fayeq di tora medyaya civakî jiser hesabê xwe yê facebookê belavkiriye ku duhê êvarê polîsan bi ser xeteke diziya neftê da girtiye. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku ewx xeta qaçxax ji kêlgeha Zembûrê ve hatibû kişandin.
Mihemed Fayeq amaje bi wê yekê jî kir ku hinek mafya û milîşeyan ew karê diziya neftê dikin û neftê bi dizî difroşin.
Di 16 Cotmeha 2017an de komeke nava YNKê bi awayekî nehênî ligel milîşeyên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê rêkeftibû û rêliber wan vekiribûn ku bên Kerkûk û navçeyên wê dagir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin