Dibêje lazime Îsraîl bi temamî were jinavibirin.
Berpirsekî spaha pasdaran ya Îranê bi navê Serdar Reza Naqidî, di rojên dawî ya sala 2018an de di hevpeyvîneke xwe ya li gel kanaleke Erebî de ku navenda Rojhilata Navîn bo karûbarên mîdiyayî wergêr kiriye, eşkere kiriye ku rejîma Îranê ji armancên xwe yên bo şandina şoreşa îslamî bo welatên din poşman nebûye û berdewame li ser bidest xistina vê armancê.
Naqidî herwiha eşkere kiriye ku lazime Îsraîl were wêran kirin û jinav birin û Îran xudan hêze ku vê karê bike.
Nav hatî eşkere kiriye ku ji bilî Îsraîlê, hevdem Îran xudan hêze ku leşker û navendên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn jî bike armanca êrîşên xwe û wan ji nav bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin