Diyaloga Kurdan û Şamê xwedî girîngiyeke taybet e

rûsye behsa girîngiya diyalogê dike
کوردستان TV
100%

 Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê diyar kir, di vê çarçoveyê de hevdîtinên Kurdan bi hikûmeta Sûriyê re xwedî girîngiyeke taybet in.

Zaxarovayê li civîna heftane ya rojnamevanî got, “Dawiya Kanûna 2018an Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê ji Sûriyê vekişin. Di vê çarçoveyê de diyaloga Kurdan a bi hikûmeta Sûriyê re xwedî girîngiyeke taybet e.  Lewra wekî me gelek carên din jî gotiye, Kurd beşeke girîng a civaka Sûriyê ne û heger herêmên di destê Kurdan de bikevin jêr kontrola hikûmeta Sûriyê, dê metirsiyên ewlekariyê yên cîranên Sûriyê jî ji holê rabin.”

Zaxarovayê dubera da zanîn ku divê herêmên Amerîka jê derkeve bikevin kontrola hikûmeta Sûriyê.

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.