HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên dewleta Tirk rojên 10 û 12'ê Çileyê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine û ragihand, ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja 12'ê Çileyê saet navbera 15:30 û 17:00’an balafirên şer bombe li qada Werxelê ya herêma Zapê, qada Xanturê ya herêma Heftanînê, qada Cîloyê Biçûk ê li herêma Zapê û qada Kanî Sarkê ya li herêma Garê barandin.
Balafirên şer 10'ê Çileyê saet 21:30'î jî bombe li qada Kanî Sarkê ya herêma Garê barandin.
Ji ber bomberdûmanê ti ziyan negihişte hêzên me."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin