Di çarçoveya prosesa ava kirina gundên ku di encama şer de wêran bibûn û şêniyên wan aware bibûn, li Mûsilê li deverên Sihêla û Zûmarê 10 gundên Kurdan ji nû de hatin avakirin û xelkên van gundan dest bi çûna bicîhbûna gundên xwe kirin.
Berdevkê PDK yê Zûmarê Azad Badû ragihandiye ku piştî pêşmerge li devera Sihêla û Zûmar ê xurt bûye û ewlekariya herêmê baş bûye, ew gundên Kurda yên ku ji DIŞIê hatin valakirin ji nûde hatine avakirin û teslîmê Kurdan hatine kirin.
Azad Badû ragihand ku ji 18 gundên Kurdan 10 ji wan hatine avakirin lê hinek gund di kontrola Haşdî Şabî de ne. Badû bang li hukumeta Bexdayê kir û got bila gundên xelkê ava bikin da xelk dagere malên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin