Erbil 38°C Thursday 19 Jun 14:20

Heval Ebûbekir: Fikar hebe Silêmanî jî bibe weke Helebê

parêzgarê silêmanî dibêje metirsî li ser rewşa Silêmanî heye
کوردستان TV
100%

Parêzgarê Silêmanî Heval Ebûbekir di hevpeyvîneke de li gel dengê Amerîkayê behsa girtina endamên tevgera azadî kiriye û gotiye: Heta niha ti hêz, alî û kesek bi fermî daxwaz ji me nekiriye bo ku îzin jêre were dayîn bo xwepêşandan anjî her çalakiyeke din, jiber vê yekê ew kesên ku hatine girtin ji aliyê asayîşê ve hatine girtin û hêzên asayîşê jî ew kesan digirin ku bêyî îzin çalakî û xwepêşandan lidar dixin.

Ebûbekir herewiha eşkere kir ku di xwepêşandanên sala derbasbûyî de metirsiya vê yekê hebû ku rewşa Silêmanî bibe weke rewşa Heleb, Efrîn û Şingalê lêbelê bi hişiyariya xelk û dezgehên hikûmetê ew rewşa han hat kontrolkirin lêbelê hîn jî ev metirsiya han maye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.