Erbil 38°C Tuesday 25 Nov 05:41

Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Kendavê bihêztir dike

hijmara leşkerên xwe jî zêde dike
کوردستان TV
100%

Jêderên ewlekarî behsa vê yekê dikin ku hikûmeta Amerîkayê, biryar daye daku di çarçoveya steratejiya xwe ya nû a li hember deverê, bi taybetî li hember hin welatên deverê, hebûna xwe ya leşkerî li welatên Kendavê bihêztir bike.

Jêderên ewlekarî û psporên steratejîkî behsa vê yekê dikin ku ev biryara Amerîkayê xwe amade kirina bo guhertinên muhtemel yên ku vê li deverê de biqewmin.

Niha Amerîka li hin navendên xwe yên leşkerî li Kendavê de zêdetir ji 13 hezar leşker bicîh kiriye û hijmareke zêde balefir û amûrên din yên şer li wan welatan bicîh kiriye.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.