Îro Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê Mihemed Cevad Zerîf û şandeke pê re kir.
Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê, spasî hewlên Serok Barzanî ya li rasterê kirina proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û eve jî ragihand ku pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi şanda mîhvan ragihand ku piştî hilbijartinên Iraqê derfet û keşuhewayekî nû hatiye holê û li gel Serok Wezîrê nû yê Iraqê ji bo çareserkirina wan kêşeyên li navbera Herêm û Bexda da mane hemû hewlan dide.
Li beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û Serok Barzanî nêrîn û dilgiraniyên xwe yên li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye bi Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê gihand.
Pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li ser dostayetî û peywendiyên dû alî kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin