Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf û şandeke pê rekir.
Di civînê de pêşhat û rewşa dawî ya deverê, berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Îranê hatin nirxandin.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdem ligel bixêr hatin kirina wezîrê derve yê Îranê, balkêşande ser têkiliyên kevnar yên di navbera her du gelê Kurdistan û gelên komara îslamiya Îranê û behsa cîrantiya baş û berejwendiyên hevbeş li ser bingeha rêz û hevsengiya du alî kir.
Her di civînê de giftûgo li ser gefên terorîstan û pêşveçûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pirsên hevbeş û pêşhatên deverê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf hêviya serkeftinê di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê deji Mesrûr Barzanî re xwest û behsa girîngiya pêşde birina mekanîzma têkiliyan, bi taybetî di warê abûrî de di çarçoveya têkiliyên abûrî yên di navbera Îraq û Îranê de kir û ragihand ku aramî û ewlekariya Kurdistan û Îraqê bo Îran gelek girînge jiber vê yekê jî Îran amadeye bo pêşkêş kirina tevahiya hevkariyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin