Erbil 38°C Saturday 15 Nov 20:28

Nêçîrvan Barzanî û Cevad Zerîf behsa rewşa deverê kirin

vê têkiliyên abûrî ya navbera her du aliyan baştir bibin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf û şandeke pê re kir.

Di civînê de, têkeliyên navbera Herêma Kurdistan, Îraq û Îranê û giringiya berdewamiya wan têkeliyan û hevahengî û hevkariya navbera Îraq û Herêma Kurdistanê digel Îranê ji bona rûbirûbûn û biyekcarî nehêlana terorê, hatin gotûbêj kirin û her du alî hev hizir bûn ku hêşta metirsiya terorê heye û ji bona nehêlana wê divê hemû alî bi hev re hevkar û hevaheng bin,

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Îranê kir ku di dema şerê dijî DIŞIê da hevkariya Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser giringiya hevkarî û hevahengiya welatên herêmî ji bona rûbirûbûna terorê û nehêlana wê, kir.

Cewad Zerîf piştevaniya welatê xwe ji bo pêşveçûna têkeliyên Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ku hemû pirsgirkêna xwe bi diyalogê çareser bikin.

Çewaniya geşkirina têkeliyên di warê aborî, bazirganî, kultûrî, çandinî, zanistî û di warên din da û nirxandina rewşa herêmî bi giştî, çend mijarên din yên civînê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.