Aldar Xelîl ji ajansa me ANHA`yê re teqez kir ku ew tu carî avakirina “herêmeke ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê din bin serweriya dewleta Tirk de qebûl nakin.
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl der barê avakirina “herêmeke ewle” de ku ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Turmp ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêşkêşkirin, ji ajansa me ANHA`yê re axivî.
Xelîl diyar kir ku ew tu carî qebûl nakin ku “herêmeke ewle” ji aliyê dewleta Tirk ve were avakirin. Her wiha teqez kir ku Tirkiye xetereyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû herêmên ewle çêdike û divê bi sponseriya navdewletî herêm ewle be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin