Erbil 38°C Saturday 15 Nov 20:28

Mesrûr Barzanî û General Patrick Roberson behsa pêşhatên deverên kirin

behsa pêşhatên leşkerî û ewlekarî yên li deverê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî yê tîma hevbeş a operasiyonên taybet yên li Îraq û Sûriyeyê General Patrick Roberson û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa pêşhatên dawî û egerên heyî yên li deverê bi giştî û qonaxên piştî şerê DIŞIê hate kirin û her du alî nêrînên xwe yên lid or pêşhat û pêşkeftinên heyî yên li Rojhilata Firatê li Sûriye lihev veguhastin.

Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime rêkeftineke nû di navbera hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê were îmzekirin bo ku mafê gelê xwe di nava wan guhertinan de bicîh bikin.

Di berdewamiya civîna han de behsa lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li hin deverên Îraqê û rol û hemahengiya navbera hêzên Amerîkî, Îraq û Kurdistanê bo pêşî girtin ji dubare serhildan û pêşkeftina zêdetir ya komên terorîstî û aram kirina Îraq û deverên rizgarkirî hate kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.