Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, ew çend roje ku spaha pasdaran ya Îranê dest kiriye bi veguhastina çek, cebelxane û hêzên leşkerî bo ser sînorên Kurdistanê.
Jêderên han diyar kirin ku ev du roje di rêya navbera Mehabad û Urmiyeyê de, hatûçûyeke gelek zêde ya leşkerî a artêşa Îranê heye û bi berdewamî çek û cebelxane û amûrên leşkerî ji deverên din yên Îranê bo deverên sînorî yên Kurdistanê tên şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin