Rêvebiriya Şamê ser plana Washington û Enqerê ya derbarê çêkirina herêma ewle nerazîbûn nîşan da.
Karbidestekî Wezareta Derve ya Sûriyê ji ajansa dewletê, SANA re got ku ‘’Zimanê Tirkiyê yê êrîşkar û dagirker piştrast dike ku em bi wan re li hev nakin’’ û Tirkiye şermezar kir.
Wî karbidestekî dîyar kir ku Sûriye ‘’Tirkiye jî di nav de, dê dijî hemî dagirkeran axa xwe biparêze’’
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêr Duşemê, bi rêka telefonê, ser çêkirina herêmeke ewle ya li bakurê Surîyê axifîbûn.
Berpirsên Kurdên Sûriyê dîyar dikin ku ew dijî plana Enqere û Washingtonê ne û ew tenê dikarin herêmeke ewle ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de bipejirînin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin