Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:54

Li Hewlêrê dizek hate girtin

tirimbîlên xelkê diziye
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kiriye ku piştî bidest xistina zaniyariyan li dor  hebûna kesek ku dest bi dizîna tirimbîlên welatiyan li Hewlêrê kiriye, hêzên polîs karîne zaniyariyên hûr derbarê vê kesê han de kom bikin û pişt re jî karîne di operasiyonekê de ev kesê ku tirimbîlên welatiyan diziye, binçav bikin.

Ev dizê ku hatiye girtin temena vî 22 sale û niha ji aliyê polîs ve lêpirsîn jê tê kirin û vê pişt re jî bo darizandinê ji dadgehê re were şandin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.