Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:50

Li Hewlêrê tîmeke bazirganên madeyên hişber hate girtin

tevahiya endamên tîmê hatine girtin
کوردستان TV
100%

Îro birêveberatiya polîsê Hewlêrê di presskonferansekê de diyar kir ku di encama kom kirina zaniyariyên hûr û kûr yên li dor hebûna tîmeke bazirganî kirin bi madeyên hişber li Hewlêrê, hêzên polîs karîne operasiyoneke berfire li dar bixin.

Li gor gotinên berpirsên polîs beriya lidar xistina operasiyonê, Dadwer biryara lidar xistina operasiyonê daye û pişt re jî hêzên polîs dest bi operasiyonê kirine û di encama operasiyona han de tîmeke mezin ya bazirganî kirin bi madeyên hişber hatiye girtin.

Polîsê Hewlêrê diyar kiriye ku ji bilî binçav kirina endamên vê tîma han, hevdem dest li ser hijmareke çek û cureyên madeyên hişber hatiye danîn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.