Îro şandeke hevpeymaniya cîhanî li gel berpirsên wezareta pêşmerge civiya.
Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, îro li Hewlêrê bi beşdariya hijmareke berpirsên wezareta pêşmerge û rayedarên hevpeymaniya cîhanî, civîneke din ya hevbeş a di navbera her du aliyan de hatiye lidarxistin.
Di civînê de behsa rewşa siyasî û leşkerî ya deverê û navçeyê û herwiha behsa lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li hin deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û deverên Îraqî de hatiye kirin.
Her di civînê de hetiye diyarkirin ku ev demeke ku lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li wan deverên Kurdistanî û hin deverên Îraqê zêde bûne.
Di beşeke din ya civînê de behsa têkilî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî hatiye kirin û tekez li ser bihêztir kirin û domandina hevkarî û hemahengiya han hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin