Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:54

Mesrûr Barzanî û şandeke hêzên hevpeyman civiyan

behsa bihêztir kirina hemahengiya navbera her du aliyan kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke hêzên hevpeymaniya cîhanî bi Serokatiya berpirsê odeya operasiyonên hevpeymanan ya li Bexdayê General Austin Renforth kir.

Di civînê de pêşhatêndawî yên deverê û pêşxistina zêdetir ya mekanîzma hemahengiya navbera hêzên têkildar û li hemberî gefên terorîzimê rawestan, hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civînê de Şêwirmnedê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdem li gel tekezî kirin li ser hevkarî kirina zêdetir ya hêzên pêşmerge bo pêşî girtin ji lêv û tevgerên terorîstan û li dijî rawstana gefên terorê bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, ev yek jî bi pêwîst zanî ku bi hevkariya tevahiya aliyan derfetên baş bo normal kirina rewşa deverê were afirandin û bi çareser kirina siyasî, îdarî û destûrî, sedemên serhildana tundûtîjî werin jinavbirin.

Şanda hevpeymaniya cîhanî piştgîriya xwe bo hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan û hêzên Îraqî diyar kir û ragihand ku ev weke hevpeymanan dixwazin ku ev hemahengiya han di tevahiya deverê de hebe.

Şanda hevpeymaniya cîhanî ev yek jî diyar kir ku hevpeymaniya cîhanî li ser reform, hevkarî kirin û perwerdekirina hêzên pêşmerge berdewam dibe.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.