Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:49

Serok Barzanî pêşwaziya Mihemed Hecî Mehmûd kir

behsa çend mijarên taybet bi Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştiyê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê  hatin nirxandin û behsa pêşhatên dawî û guhertinên hevkêşeyên li ser asta Îraq û navçeyê hat kirin.

Her di vê civînê de di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de û hewlên çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha peywendî û zerûreta yekdengiya aliyên siyasiyên Herêmê û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê  giftûgo hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.