Erbil 38°C Tuesday 25 Nov 12:37

Îsraîl êrîşî ser baregehên spaha Qodisê kir

zirarên mezin gehandiye spaha qodisê
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îsraîlê, îro balefirên şer yên artêşa Îsraîlê, êrîşî ser çend navendên leşkerî yên spaha Qodis ya Îranê li Sûriyeyê kiriye.

Rojnameya Haartiz ya Îsraîlê li ser zarê rayedarên artêşaÎsraîlê belav kir ku îro danê sibê balefirên şer yên Îsraîlê êrîşeke berfire birine ser navend û baregehên leşkerî yên spaha Qodis a Îranê yên li Sûriyeyê û zirarên gelek mezin gehandine wan navendan.

Li gor nûçeya Rojnameya han, artêşa Îsraîlê herwiha bi tundî hayedarî daye Sûriyeyê ku bi ti awayî hizira vê yekê neke ku êrîşî ser xaka Îsraîlê bike.

Di berdewamiya nûçeya han de hatiye nivîsandin ku ev êrîşa han bersif dana ev êrîşa mûşekiye ku duhê ji aliyê leşkerên Îranî ve li devera Golanê bo ser axa Îsraîlê hatiye kirin.

Weke tê zanîn ku di dema destpê kirina qirîza Sûriyeyê de heta îro Îsraîl bi awayekî rojane êrîşî ser navendên leşkerî yên ser bi Îranê yên li Sûriyeyê dike.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.