Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:51

Fûad Husên li ser navê Îraqê beşdariya forma Davosê dike

form îro dest pê kir
کوردستان TV
100%

Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê yê bo karûbarên aborî Fuad Husên serokatiya şanda Iraqê ya bo beşdarîkirina Korbenda Aboriya Cîhanî ku salane li Davos a Swîsreyê tê encamdan, dike.

Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê îro Sêşembî 22ê Çileya 2019an li Swîsreyê dest pê kir. Bo beşdarîkirina di Korbenda Aboriya Cîhanî  de biryar bû Iraq bi du şandên cuda beşdar bibe, lê belê Berdevkê Serokatiya Komara Iraqê Loqman Feylî dibêje, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih beşdarî korbendê nabe.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku şanda Îraqî bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr û wezîrê darayî yê Îraqê Fûad Husên beşdariya formê dike.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.