Zanîngeha Newrozê ya li Dihukê paneleke ser zimanê kurdî û gefên navxweyî û derveyî yên ser zimanê Kurdî li dar xist.
Di panelê de hijmareke zêde Akademisyen, psporên zimanê kurdî û xwendekarên beşa kurdî amade bûn.
Di panelê de beşdarwanan behsa vê yekê kirin ku ew dewletên kurd lê dijîn, nehêlane ziman werarê bike û bibe zimanê fermî loma zimanê kurdî di çarçoveke girtî de maye.
Di berdewamiya panelê de hate gotin ku lazime hewlên zêdetir werin dayîn daku zimanê Kurdî weke zimanên din bikeve nava navendên zanistî û akademîkî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin