Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî derbarê biryara hikûmeta Almanyayê de ya bo qedexe kirina geştên balefirên ser bi kompaniya Mahan Air ya Îranî diyar kir ku, Îran li hember vê biryara han dilgirane û ev biryara han qebûl nake.
Behram Qasimî herwiha eşkere kir ku ev biryara Almanyayê, pilaneke hevbeş ya Almanya û Amerîkayê ye ya li dijî Îranê jiber vê yekê Îran ev biryara han red dike.
Ji aliyeke din ve jî balyozê Swîsê yê li Tehranê ku parêzerê berejwendiyên Amerîkayê ye li Îranê, jiber binçav kirina Rojnamevaneka Îranî ji aliyê Amerîkayê ve, bo wezareta derve ya Îranê hatiye vexwandin.
Beriya çend rojan hikûmeta Almanyayê diyar kiribû ku jiber çalakiyên îstîxbaratî yên Îranê li Ewrûpayê, dorpêç daniye ser kompaniya asmanî ya Mahan Air a Îranî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin