Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Dêrelokê ragihand ku êwara îro çarşem, balefirên artêşa Tirkiyeyê hin deverên ser bi Dêrelokê ya ser bi qezaya Amêdiyê bordiman kirine.
Qaîmqamê Şêladizê Îsmaîl Mistefa ji Kurdistantvê re ragihand ku balefirên artêşa Tirkiyeyê geliya Reşave ya ser bi Dêrelokê bordiman kirine û di encama bordimana han de du welatiyên medenî şehîd bûne û du welatiyên din jî wenda bûne.
Nav hatî diyar kiriye ku ev her çar kesên han medenî bûne û du ji wan xelkê Şêladizê û duyên din jî xelkê Amêdiyê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin