Serokwezîr digel şandeya Civata Dadweriyê ya Brîtanyayê civiya

Kurdistan û Brîtanya têkiliyên xwe yên dadwerî bihêz dikin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja pêncşemê li Hewlêrê, digel şandeyeke balaya Civata Dadweriya Şahane ya Brîtanyayê ku ji her du cîgirên serokê wê civtatê;  dadwer Gross û Ann Rafert û berpirsê meşiq û rahînanê li Peymangeha Dadweriya Şahane dadwer Andrew Haten pêkatibû, civiya û di civînê de çend pirsên girêdayî warê dad û dadweriyê gotûbêj kirin.

Di civînê de ku, Bengîn Qasim serokê Civata Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, Bextiya Qazî serokê Sandîkaya Parêzeran û Kerîm Şingalî wezîrê navxwe amade bûn, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bilind nirxadin.

Şandeya mêvan berheviya xwe nîşan da ku digel Civata Dadweriya Herêma Kurdistanê hevahengiyê bikin û piştgiriya rola yasa, dadwerî û bihêzkirina dadgehan li Herêma Kurdistanê di warê teknîkî û rahînana dadweran li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê de bikin, ev jî bi armanca baştir birêvebirina dosyeyên terorê û serbixweya desthelata dadwerî û serweriya yasa li Herêma Kurdistan û Îraqê ye.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya navborî kir û hêvî xwest ku encûmena wan bi hevkarî û hevahengî digel Civata Dadweriya Herêma Kurdistanê kar ji bona zêdetir pêşvebirina warê yasa û dadweriyê li Herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî ku Brîtanya di warê serweriya yasa û dadweriyê da xwedî tecrûbeyek dûr û dirêj û saxlem e, û divê çarçoveyê da, ji bona berdewamî û zêdetir bihêzkirina têkeliyên di warê dadweriyê da di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê da, hikûmeta Herêma  Kurdistanê amadeya hemû hêsankariyan bike.

Pêşhatên herêmî û çend pirsên peywendîdar bi têkeliyên anvebra Herêma Kurdistan û Brîtanyayê da çend mijarên din yên civînê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.